Em dema destê hev digirin bihêz in û dikarin cîhanê biguherînin
Jinên ku bi riya NûJinhayê dengê xwe digihînin hev dibêjin: “Em dema destê hev digirin bihêz in û dikarin cîhanê biguherînin.”
Navenda Nûçeyan – Ji Kurdistanê heya jinên li welatên din ên Rojhilata Navîn… Jinan di dijberiya xwe ya li dijî şîdeta dewleta mêran de bê rawestan in, bi rêya NûJinhayê deng û hêrsa xwe ji cîhanê re tînin ziman. Bi têkoşîna xwe ya kolektîf, ew hem zilmê eşkere dikin û hem jî diyar dikin ku ew xwedî hêz in ku bi destên xwe guhertinê biafirînin.
Jinên ku bi riya ajansa me ya NûJinhayê dengê xwe digihînin hev dibêjin: “Em dema destê hev digirin bihêz in û dikarin cîhanê biguherînin.”